Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilweşîna Hotêlekê li Çînê 10 Kesan Dikuje


Desthilatdarên Çînê got herî kêm 10 kesan jiyana xwe jidest dan, di encama hilweşîna hotêlekê de ku dihate bikaranîn ji bo veqetandina kesên ku gumane bi vaurusa korona ketine.

Wezareta rêveberiya tengaviyan a Çînê got avahiyê bajarê Quanzhou ê başûrê rojhilatê welêt, şeva borî ji nişkave bi ser 71 kesan de hilweşiya.

Wezaretê got 38 kes hatine rizgarkirin û 23 hîn winda ne. Piraniya rizgarbûyan hatine veguhestin bo nexweşxaneyê û birînên hinekan ji wan giran in.

Ajansa fermî ya nûçeyan Şînxuwa got vekolîn li dor sedema ketina avahiyê dibine û xwediyê wê di bin çavdêriya polîs de ye.

Karbidestên bajêr got 58 kesên ji herêmên belavbûna vayrusa korona li wê hotêlê hatibûn veqetandin û di bin çavdêriya tenduristî de bûn.

Piraniya bajarên Çînê, xelkê ku ji parêzgeha Hubei tên, bo 14 rojan vediqetînin, wek pîvaneka rêgirtinê li belavbûna vayrusa korona.

XS
SM
MD
LG