Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Daxwaza Vegerandina Lezgîn a Serbazekî Xwe Ji Hindistanê Dike


Çînê îro Şemîyê daxwaza vegerandina lezgîn a serbazekî xwe kir ku ji aliyê desthilatdarên Hindistanê ve hatiye girtin, piştî windabûna wî li ser sînor.

Malpera fermî ya Leşkerê Çînê ya bi navê China Military Online got ku serbazê nobedar yê sînorî roja Înê winda bûye.

Li gor dezgeha nûçeyan China Military Online, piştî ragihandina windabûna serbazê Çînî, Hindistanê ragihand ku wê serbaz girtîye û ew dê wî azad berde, piştî wergirtina fermanan ji desthilatdarên bilind ên welêt.

China Military Online, her wiha got ku pêwîste desthilatdarên Hindistanê “di zûtirîn dem de serbaz vegerînin Çînê” û “bi awayekî hevbeş aramîya sînor biparêzin.”

Hêjayî gotinê ye, girjî di navbera Çînê û Hindistanê de meha Hizêrana sala borî de derketin pêş, piştî ku herî kêm 20 serbazên Hindistanê di pevçûnên li ser sînorê herêma Himalaya de hatin kuştin.

Di mehên piştî wê rûdanê de, herdû hêzên navokî yên cîran, bi dehan hezar serbaz li seranserî herêma Ladakh û girê Tîbet yê Çînê belav kirin.

Meha Mijdara borî, herdu alîyan jî dest bi sazkirina planên vekişandina hêzan ji herêmê kirin.

XS
SM
MD
LG