Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Ji Hindistanê Dixwaze Ku Têkiliyên Xwe Bi Wê Re Aram Bike


Dîplomatên payebilind ên Hindistan û Çînê di çarçoveya civîna ASEAN a li Cakartayê de bi hev re axivîn.

Wang Yi, wezîrê derve yê Çînê, ji hevtayê xwe yê Hindî, Subrahmanyam Jaishankar re got pêwîs e herdu welat peywendîyên xwe aram bikin, li gorî daxuyaniyeke ji wezareta derve ya Çînê.

Wang ji Jaishankar re got, "Divê herdu alî piştgirîya hev bikin û tiştan bi hev re pêk bînin, li şûna ku hevûdu lawaz bikin an jî gumanan ji hev bikin."

Her du welat sînorekî dirêj parve dikin ku tê de dibe ku pêwendiya di navbera herdu artêşên wan de aloz be, lê hejmareke rêkeftinên sînorî ji bo başkirina peywendiyan dest pê kirine.

Lêbelê, di sala 2020an de, artêş bi hev çûn û di encamê de 20 leşkerên Hindî û çar leşkerên Çînî hatin kuştin.

Wezareta derve ya Çînê got ku Hindistan razî bûye gereke din a danûstandinan derbarê mijarên sînoran de pêk bîne.

Hindistan niha duyemîn hevkarê herî mezin ê bazirganiya Çînê ye.

Hin agahîyên vê raportê ji Reutersê hatin wergirtin.

XS
SM
MD
LG