Çîn dibejê hijmara welatiyên wê di dawîya 2020an de 1.41 milyar bûye, lê ew hijmar ji danîna polîtîkaya mecburî ya zarokek tenê bo her malbatek ya di sala 1980an vir ve herî kêm e.
Ofîsa Îstatîstîk ya Netewî ya Çînê roja Seşemê ragihand ku di nav bera sala 2010 û 2020an de, hijmara Çînê bi 75 milyon zêdê bûyê. Ew zêdêbûneke % 5.38 e ku sale de % 0.53 e.
Welata bi hijmara herî zedê ya cîhanê niha rû bi rû pirsgirêka kêmbûna nifşa nû ye, ji ber ku di demekê de ku hijmara malşênîyan zêdê dibe hijmara kesên ku bikarin kar bikin ji dikeve. Hêjayî gotîneyê ku sedema wê kontrol kirina mecburî ya anîna zaroka û dayîkbûnê ye.
Rêberên Çînê di sala 2015an de ew polîtîkaya kontrol kirina hijmara jidayîkbûnê sist kirin, lê ji ber bihabûna jiyanê, nebûna xanîyên ne maqul malbat naxwazin zedê zarokan çekin.
Her wiha, kesên ku dixwazin bi karê pêşeroja xwe mijûl bibin ji bandorekê mezin li ser çêkirina zarokan dike.