Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rahênanên Leşkerî Yên Çînê li Taywanê Bidawî Dibin


Rahênanên leşkerî yên herî mezin yên Çînê yên li derdora Taywanê roja Yekşemê ber bi dawîbûnê ve diçe piştî seredana nakokbar ya Seroka Ciwata Amerîkî Nancy Pelosi hefteya borî bo girava xweser.

Geşta Pelosiyê, - ku di rêza duyemîn da ye di serokatiya Amerîkayê da - Pekîn bi hers kir û rêzek danûstandin û peymanên hevkariyê digel Washington qut kirin, bi taybetî yên li ser guherîna keşûhewa û berevaniyê.

Her wiha firokeyên şer, keştiyên şer û mûşekên balîstîk li derdora Taywanê bi cih kirine, û şirovekar vê wekî bizavekî ji bo dorpêçkirin û dagîrkirina dawî ya giravê dibînin.

Ew rahênan roja Yekşemê bi dawî hatin, lê Pekînê rahênanên nû ragihandin li Deryaya Zer -- ku di navbera Çîn û nîvgirava Koreyê de ye – û dê heta 15ê Tebaxê dê pêk bihêt.

Wezareta Veguhastinê ya Taywanê got şeş ji heft "herêmên metirsîdar yên demkî" Çînê hişyarî dabû ku firoke lê nefirin, ji nîvroya Yekşemê pê ve di meriyetê da nîn e, û ew jî nîşana vekêşana rahênanan e.

Wezaretê di daxuyaniyekê de got, "Firîn û hatûçûya keştîyan hêdî hêdî dikarin ji nû ve dest pê bikin."

XS
SM
MD
LG