Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Du Rêkeftinên Navokî bi Çînê re Îmze Kirin


Hikûmeta Tirkîyê roja Sêşemê du rêkeftinên navokî bi Çînê re îmze kirin.

Di reûresmekê de li paytexta Çînê, Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan serperiştîya îmzekirina wan rêkeftinan kir.

Erdogan roja Duşemê bi Serokwezîrê Çînê Wen jiabao re civîya. Karbidest dibêjin ku di wê civînê de herdu rêberan gotûbêj li ser hejmareka pirsên navneteweyî encam dan, di nav de pirsgirêka Sûrîyê.

Serdana Erdogan bo Çînê yekemîn serdana serokwezîrekê Tirkîyê ye bo wî welatî di demê 27 salan de.

Şandeka pêkhatî ji 300 xwedankarên Tirkîyê ligel Erdogan serdana Çînê dikin.

XS
SM
MD
LG