Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Du Welatîyên Kanadî li Çînê Hatin Berdan


Michael Kovrig piştî vegera bo Kanadyê xanima xwe Vîna Nadjîbulla hembêz dike.

Wezareta Derve ya Çînê îro Duşemê ragihand ku du hemwelatîyên Kanadî yên li Çînê girtî bûn jiber sedemên saxlemîyê hatin berdan.

Berdevkekî hikûmeta Çînê di wê demê de de ev yek ragihand ku berpirseke kompanîya Huawei ya teknolojî, ku li Kanadayê girtî bû, vegerîya Çînê.

Her du hemwelatîyên Kanadî Michael Spavor û Michael Kovrig di Berfanbara 2019an de hatibûn girtin, çend rojan piştî ku berpirsa darayî yê Huawei Meng Wanzhou li Kandayê ser daxwaza hikûmeta Amerîkî hatibû girtin.

Gelek welatan ev kiryara Çînê wekî “sîyaseta dîlkirinê” bi nav kiribû. Hikûmeta Çînî jî Kanada bi zindankirina neqanûnî ya Meng Wanzhou tawanbar kiribû.

Hêjayî bîrxistinê ye ku her du kesên Kanadî bêtirî 1000 rojan di zindanê de hatibûn girtin.

XS
SM
MD
LG