Wezareta Derve ya Çînê îro Duşemê ragihand ku hilcivîna li Erebistana Saudî ya jibo kêşeyan, erênî derbaz bûye.
Wê wezaretê dîyar kir ku ew hilcivîn kêrî bihêzkirina lihevhatina navneteweyî hatiye.
Nûnerê Taybet yê Wezareta Derve ya Çînê Li Hui bi daxuyanîyeke nivîskî got ku wan bi hemî alîyan re danûstandin kiriye.
Hui got ku piştî hilcivînê niha ew dizanin ku lihevkirina navneteweyî niha ji berê xurttir e.
Hilcivîna ser kêşeya Ukrayna li Cîde li dar ket û do Yekşemê dawî li wê hat.
Karbidestên Amerîka, Hindistan, Çînê jî di nav de nûnerên pirtir ji 40 dewletan beşdarî li civînê kirin, lê berpirsên Rûsî tevlî civînê nebûn.
Jêder: AFP