Leşkerên Çînê got wan gemîyeke şer a Amerîkî li tengava Taiwanê îro Şemîyê şopand û got ku erkên wiha wek şandina nîşanên piştgirîya serxwebûna Taiwanê ne û ew şermezar kir.
Çîna ku Taiwanê wek navçeyeka xwe dibîne, ji piştgirîya Amerîkayê bo wê, dilgiran e. Firotina Amerîka ya çekan bo Taiwanê û tevgera gemîyên şer li tengava Tawiwanê, bûne sedema girjîyan di navbera Waşinton û Beijingê de.
Hêzên Deryayî yên Amerîka got ku wênarankera mûşekan a arestekirî USS Mustin li gor yaseya navnetewî “derbasbûneke rotînî li tengava Taiwanê” dikir.
Wê got:
“Derbasbûna gemîyê di tengava Taiwanê re, diyar dike ku Amerîka pêgir e bi pasîfîk a Hindî ya azad û vekirî.”
Îsal, ev cara 12an e ku gemîyên hêzên deryayî yên Amerîka di tengavê ve derbas dibin.
Leşkerên Çînê, di daxuyanîyekê de got ku hêzên wan ên ezmanî û deryayî gemîya Amerîkî şopand û xiste bin çavan.
Daxuyanîyê got ku erkên wiha “ bi mebest pileya girjîyan bilind dikinli dor kêşeya Taiwanê” û “aştî û seqamgîrîya tengavê têk dibin.”