Artêşa Çînê li nêzîkî tengava Taiwanê hin nobedarî pêk anîn ji bo çavdêriya amadebaşiyên hêzên xwe yên esmanî û deryayî, piştî serdana şandeke Amerîkî bo girava Taiwanê, li got peyvdarekî.
Girjî di navbera Bêjîn û Waşintonê de bilind dibine li dor Taiwana ku deshilatdariyeke xweser heye û Çîn gefan dixwe ku wê bi darê zorê tevî xwe bike.
Roja Pênşemê şandeka qanûdanerên Amerîkî serdana girava Taiwanê kiribû ji bo nîşandana piştgiriyê bo desthilatdarên Taiwana ku Bejing wê bi hewldana serxwebûnê tawanbar dike.
Şanda Amerkî bi seroktiya Mark Takano, serokê komîta karûbarên serbazên dêrîn di encûnema nûneran de, di serdana xwe de li gel seroka Taiwan Tsai Ing-wen kiribû.
Peyvdarê serkirdayetiya herêma rojhilat ya Çînê di daxuyaniyekê de got:
“Wek bersiv ji serdanê re, artêşa Çînê nobedariyek pêk anî, ji bo rawestana li ser amadebaşiyên hêzên esmanî û deryayî li aliyê tengava Taiwanê.”
Daxuyaniyê her wiha got ku dê artêş di amadebaşiyê de be û her gavekê ji bo bersivdanê bavêje” û soz da ku artêş dê” parastina serwerî û yekbûna xaka netewî” bike.
Jêder: AFP