Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Danîna Bacên Gumrigê li ser Hin Berhemên Amerîkî Radigre


Hikûmeta Çînê dibêje ew dê bacên gumrigê yên pilankirî li ser hin berhemên Amerîkî ragire, piştî rêkeftineka demkî ya bazirganî li gel Waşintonê.

Ragihandina Îro Yekşemê tê piştî ku Waşintonê erê kir li dor ragirtina bacan li ser berhemên Çînê bi nirxa 160 milyar dolar û qutkirina nîvê bacên ku berê danîbûn.

Çînê di daxuyaniyekê de got:

“Çîn hêvîdar e ku li ser bingeha wekhevî û rêzdariya hevbeş bi Amerîka re kar bike, ji bo derbirîna xemên rasteqîn ên her aliyekî û pêşxistina pêwendiyên bazirganî yên Çînê û Amerîka.”

Niwênerê Amerîka yê bazirganiyê Robert Lighthizar got li gor rêkeftina roja Înê, Çîn pêgir e ku di du salên pêş de, berhemên Amerîka yên çandiniyê bi nirxa 40 milyar dolar bikire.

Beijîn pilan kiribû ku îro Yekşemê bacan bi rêjeya 25% bide ser hin kompaniyên ku otombêlên Amerîkî digihînin Çînê.

XS
SM
MD
LG