Hikûmeta Çînê îro Çarşemê ragihand ku ewê bi rêvebirîya Trump re re li ser bingeha rêzgirtina dualî bixebite.
Berdevkê wezareta derve Mao Ning di preskonferansa rojane de, li Pekînê got ku sîyaseta wan ya hember Washingtonê zelal e.
"Emî têkilîyên Çîn û Amerîka bi berdewamî li gor prensîbên rêzgirtina dualî, hevrejîyana aştîyane û bi hevkarîya ser qezenca dualî bi rêve bibin" Ning got.
Hêjayî balkişandinê ye Trump soz dida ku bacên gumrikê yên ser berhemîn ji Çînê heta % 60 zêde bike û statuya taybet ya bazirganî ya Çînê bi dawî bîne.
Çîn salane bi nirxê pirtir ji 400 mîlyar dolaran berhemên xwe difroşe Amerîka û dîsa bi sedan mîlyar parçe û alavên ji berhemên curbicir difroşe berhemên ji dewletên din ku Amerîkî dikirin.