Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Dibêje Rakirina Vîzayan Bandora Erênî li Ser Turîzmê Kiriye


Wezareta Derve ya Çînê ragihand ku polîtîkaya rêwîtîya bê vîza bandoreke zelal çêkiriye û karên gerokan hêsantir kiriye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Wang Wenbin dîyar kir ku ew xebatên xwe didomînin ku bi polîtîkayên vîza rêwîtîya navnetewî hîn hêsan bikin.

Polîtîkaya nû ya vîza 1’ê Berfanbarê ket merîyetê ku bi rakirina vîzayên jibo Fransa, Almanya, Îtalya, Holanda, Îspanya û Malezya, ji 18,000 kesên ji wan welatan 7,000 kes di 3 rojên pêşî yên mehê de ketine Çînê.

Wang dîyar kir ku hejmara turîstên ji wan welatan hatine di 3 rojên pêşî yên Berfanbarê de li gor roja dawî ya meha Mijdarê 39 ji sedê zêde bûne.

Almanya ji Çînê dixwaze ku sîyasetên xwe yên nû yên jibo hêsankirin û rakirina vîzayan jibo tevahîya dewletên Yekîtîya Ewrupa (YE) bixe jîyanê.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG