Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xi: Çîn 'Tu Carî Dest ji Karîanîna Hêzê Bernade' Li Ser Taywanê


Serok Çînê Xi Jinping roja Yekşemê di axaftineka destpêka Kongreya Partiya Komunîst li Pekînê soz da ku Çîn "tu carî dest ji karînana hêzê bernade" dema ku mijar tê ser mijara Taywanê.

"Çareserkirina pirsgirêka Taywanê mijareke gelê Çînê bi xwe ye û divêt tenê ji aliyê gelê Çînê ve bihêt çareserkirin. Em dê bi dilpakiya herî mezin û hewldanên herî mezin hewl bidin ji bo perspektîfa yekbûneke aştiyane lê em çi caran vazê bi karînana hêzê bernadin, û bijardeya bo hemî bergirîyên pêwîst radigirîn," Xi gote endamên Partiya Komunîst li Salona Gel ya Mezin li Pekînê.

Çîn Taywana xweser û demokratîk wekî beşek ji xaka xwe dibîne, heke pêwîst bike dê rojekê bi destwerdana leşkerî bihêt vegêrandin.

"Çerxên dîrokî yên yekbûna neteweyî û nûvekirina neteweyî pêş ve diçin. Pêwîst e ku yekbûna axa me pêk bihêt û dê pêk bihêt jî," Xi got.

Xi "cudaxwazî û destwerdana" li ser mijarê şermezar kir.

XS
SM
MD
LG