Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Çînê Li Keqiang Wek Serokê Hikûmetê Hilbijart


Xi Jinping û Li Keqiang
Xi Jinping û Li Keqiang
Parlemana Çînê, Li Keqiang wek serokê hikûmetê hilbijart li vê demê ku Partîya Komunîst nêzîkî dawîya prosesa veguherîna ya deh salan dike.

Wek çaverêbû, Kongreya Gel ya Netewî îro Înîyê hema bi yekdengî birêz Li Keqiang hilbijart ku şûna Wen Jiabao bigire.

Keqiang 57 salî ye û baş Îngîlîzî dipeyîve. Ewê ekonomîya Çînê û herwiha karên rojane yên hikûmeta wî welatî birêve bibe.

Parlemana Çînê ku bi otomatîkî biryara Partîya Komunîst erê dike, rojeke berê ji Xi Jinping wek serokî wî welatî nav kiribû.

Biryarên parlemanê wek gavên sembolîk tên dîtin û bi wan erêkirinan prosesa nîşankirina rêbertîya herî bilind jî bi temam dibe.

Hem Li Keqiang hem jî Xi Jinping soz didin ku ekonomîya Çînê xurtir bikin, gemarîya jîngehîn kêmtir bikin û şerê dijî bertîl û perexarinê bikin.

Tê çaverê kirin ku her du sîyasetvan jibo deh salên pêş di karên xwe de bimînin.
XS
SM
MD
LG