Wezareta Derve ya Çînê îro Çarşemê ragihand ku Çîn xwe tev li karê navxweyî ya dewletên din nake.
Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Geng Shuang wek pirseke ser twîta Serokê Amerîka Donald Trump, ku Çîn bi bandorkirina hilbijartinên Amerîkî sucdar kiribû, ew daxuyanî da.
“Çîn bi karîgerî hewil dide ku bandor li ser hilbijartinên me bike, loma êrîşî cotkar û karkerên me dike jiber ku ew dilsozên min in,” Trump roja Sêşemê ji hesaba xwe ya Twîtterê gotibû.