Hikûmeta Çînê îro hişyarîyek ji hemwelatîyên xwe re derxist ku ew di dema çûyîna Amerîka de dikarin bibin armanca tundîya polîsan û qurbanîyên kesên tawankar.
Wezareta Derve ya Çînê got ku hemwelatîyên Çînî li Amerîka pir caran ji alîyê hêzên ewlekarî ve tên aciz kirin û lêpirsîn li wan tên kirin.
Wezaretê ji hemwelatîyên we xwest ku ji parastin û ewlehîya xwe agahdar bin.
Hevdem, Wezareta Çand û Turîzmê ya Çînê jî hişyarîke cihê ya rêwîtîyê weşand û îdia kir ku li Amerîka bi awayekî pir zêde teqekirin, dizîn û rêbirî têne kirin.