Raporeke nû ya ku CNN weşandîyer eşkere dike ku Çînê zêdetirî 100 navendên polîsan li derveyî welat li çaraliyên cîhanê damezirandiye da ku hemwelatiyên Çînî yên ku li sirgûnê dijîn li gor siyaseta dewletê tevnagerin, wan kontrol bikin, tengasiyan bo wan derxînin û heta di hin rewşan de vegerînin.
CNN raporta ku ji hêla rêxistinek mafên mirovan ya Madrîdê ya bi navê (Safeguard Defendersz) ve hatî amade kirin nirxand, ku tê de diyar kirbû ku Çînê 48 navendên polîsên din li derveyî welat birêvebirine ji dema ku rêxistinê 54 navendên din li meha Îlona borî eşkere kirbûn.
Di raporeke nû ya bi navê "Patrol û Persuasion" de, rêxistinê behsa mezinbûna torê kir û rola destpêşxeriyên hevbeş yên çavdêriya polîs di navbera Çîn û welatên Ewropî de, di nav de Italya, Sirbistan, Xirwatiya (Croatia) û Romanya, ku rolek girîng lîstin, lêkolîn kir. Ku ew hevkarî bûne sedema zêdebûna hejmara navendên Çînî li derve.
Di nav belgeyên nû de ku ji hêla koma mafan ve hatî pêşkêş kirin ewe ku hemwelatiyek Çînî neçar bû ku vegere malê ji hêla ajanên ku bi veşartî li qereqolek polîsê Çînê ya derveyî welêt li taxek Parîsê dixebitin, ku eşkere ji bo wê armancê hatine seferber kirin.
Pekînê red kir ku ew hêzên polîsên neragihandî li derveyî axa xwe rêk dixe û rêve dibe, û Wezareta Derve ya Çînê di meha Mijdarê de ji CNN re gotibû: "Em hêvî dikin ku aliyên peywendîdar dev ji mezinkirina wê berdin, aramanc ewe da ku aloziyan çêkin. Bikaranîna vê yekê wek hincet ji bo bêrûmetkirina Çînê nayê qebûlkirin." Weke wezarta Çînê dibêje.
Pekînê got ku ew damezrandina navendên îdarî bûn ku ji bo alîkarîya Çînîyên derbider bikin ku xizmetên wekî nûkirina bawernamên ajotinê ya taybet pêk bînin hatine terxan kirin.
Dema ku meha borî CNN li ser îdiayên orîjînal yên rêxistinê têkilî danî, wezareta derve ya Çînê got ku navendên derve ji aliyê dilxwazan ve hatine xebitandin, lêbelê, raporta herî dawî ya rêxistinê dibêje ku 135 kes di 21 navendên wê yên yekem de kar kirine.
Di navbera 2016 û 2018 de, polîsê Italya gelek dewriyeyên hevbeş bi polîsên Çînî re pêk anîn, pêşî li Roma û Milano, û dûv re li bajarên din yên wekî Napolî, ku li deverek niştecîhên Çînî lê dimînin pergalek çavdêriya vîdyoyê hatiye danîn da ku "bi bandorî tiştê li wir çê dibe tomar bikin".
Çînê di navbera 2018 û 2019-an de bi Kroatî û Sirbîstanê re peymanên dewriyeya polîsên hevbeş yên heman rengî pêkanîbûn.
Medya Çînî ragihand ku efserên Çînî di tîrmeha îsal de li ser dewriyeke hevbeş ligel hevtayên xwe yên Kroatî li kolanên paytext, Zagreb, encam dane û ew hatine dîtin.
Raporeke Reuters ê ku sala 2019an hatbû weşandin got ku efserên Çînî tevlî efserên Sirbî bûn ku li Belgradê nobetê digirin da ku bibin alîkar ku bi hatina turîstên Çînî re mijûl bibin.
Rêxistinê her wiha got ku navend li Afrîkaya Başûr û li welatên cîran hatine avakirin, bi saya peymanek bi heman rengî ya bi Pretoria re ku bi salan e pêktê.
Karbidestên hikûmeta Afrîkaya Başûr pir caran di medyaya Çînî de derketin ku piştgirîya xwe ji navendan re diyar kirin, û gotin ku xebata wan alîkariya polîsan kir ku têkiliya xwe bi derbiderên Çînî yên ku li wir dijîn kûrtir bikin.