Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Dibêje Ewê Dijî 13 Kompanîyên Amerîkî Toleyan Ragihîne


Çînê îro Pêncşemê dîyar kir ku wê biryar daye ku dijî 13 kompanîyên leşkerî yên Amerîka toleyan ragihîne.

Biryara Çînê di vê demê de ye ku Amerîka jibo rêberê Tayvanê derbazî Washingtonê bibe rê vekiriye.

Amerîka jibo Tayvan firok û radaran ji wê bikire destûr dabû û gava Çînê jî li dû wê bazarê hat.

Çîn, Tayvanê wek axa xwe dibîne û dîyar dike ku rêberên wê giravê bi bîyanan re danûstandinê bikin.

Wezareta Derve ya Çînê ragihand ku di wan kompanîyên tole lêketî de Teledyne Brown Engineering Inc, BRINC Drones Inc û Shield AI Inc hene.

Li gor ragihandina wezaretê ewê hebûnên rêvebirên 6 kompanîyên tole lêketî jî bicemidînin û ewê nehêlin ku ew derbazî welêt bibin.

Bi vê gavê re, danûstandinên sazî û kesên Çînê yên bi wan kesan re jî hatiye qedexe kirin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG