Hevbendiya opozisyona piralî ya Tirkiyê dixwaze mîrateya serok Recep Tayyîp Erdoganî ya bîst salên desthilatîya pir navendî û muhafezekar ya olî hilweşîne.
Lê jêr plana wê ya çalakiyê heye ka dê çi bikin heke di dengdana yekşema têt ya parlemanî û serokatiyê da bi ew ser bikevin.
- Dawîkirina Rejîma Take Kesî
Serokê opozîsyonê Kemal Kiliçdaroglu îtîfaqa xwe ya 6 partiyan ku ji lîberal, neteweperest û muhafazakarên olî pêk têt wek hêzeke guherîna demokratîk nîşan dide.
Karmendê berê yê 74 salî soz da ku "bi guhertina rejîma yek zilamî demokrasiyê bîne vî welatî".
Hevbendî soz dide ku sîstema serokatiyê betal bike ku Erdogan piştî referanduma qanûna bingehîn ya di sala 2017 de cibicih kiribû.
Di şûna wê de, ew dixwazin ku qanûndaner serokwezîrekê hilbijêrin û parlamento jî çavdêriya wezaretan bike.
Serokatî dê ji bo heyamek heft-salî bihêt sînordar kirin.
Lê profesorê hiqûqa qanûna bingehîn ya Zanîngeha Koçê ya Stenbolê Bertil Oder dibêje: “Guhertina sîstema siyasî hêsan nabe.
Oderî got huhertinên bi vî rengî pêwîstî bi piraniya sê-pênca parlemanê heye, ku opozîsyon dê di 14ê Gulanê de hewil bide bidestbixe.
- Serbestberdana Girtîyan
Kiliçdaroglu dibêje fermana wî ya yekem ew e ku hinek ji kesên opozîsyonê yên herî payebilind ên ku di dema Erdoganî da hatine girtin serbest berde.
Di nav wan da xêrxwaz Osman Kavala û rêberê gelê kurd Selahattîn Demîrtaş heye ku ji mêjve ye ji aliyê Rojavayê ve daxwaza azadiya wan dihêt kirin.
Opozîsyon soza vegerandina dadgehên "serbixwe û bêalî" dide, yên ku Erdoganî digel hevalbendên xwe organize kirî piştî ku di sala 2016an de ji hewldana derbeya xwînrêj xilas bûyî.
Di heman demê de ew dixwaze azadiya derbirînê vejîne û serxwebûnê bide medyayê, ku niha hema hema bi tevahî ji alîyê hukûmet û hevalbendên wê yên bazirganîyê ve têt kontrol kirin.
- Parastina Jinan
Serokê partiya sekûler CHP Kiliçdaroglu ji bo ku baweriya jinên muhafezekar yên olî yên hîcabê li xwe dikin, bi dest bixe gelek xebitiye.
Kiliçdaroglu destnîşan kir ku ew dê mafê hîcabê bi qanûnê misoger bike, da ku nîşan bide ku niyeta wî tune ku azadiya olî ya ku ji alîyê Erdogan ve hatî destnîşan kirin paşve bixe.
Kiliçdaroglu got, "Em dê mafên hemû jinan biparêzin." Wî herwiha soz da ku rêzê ji mafên herkesî, şêwazê jîyanê û nasnameya herkesî jî bigre, ciwaka LGBTQ jî di nav da.
Berevajî vê yekê, Erdogan dibêje kesên LGBTQ "ne normal in".
Kiliçdaroglu her wiha dixwaze dîsa tevlî Peymana Stenbolê bibe, peymaneke Ewropayê ya ku armanca vê têkoşîna li dijî tundûtîjîya zayendî ye ya ku Tirkiye bi fermana Erdogan di sala 2021’an de jê vekişiyabû.
- Sererastkirina Aborîyê
Opozîsyon soz dide ku demûdest vegere ser ramanên pejirandî yên aborîyê û ji "modela aboriya Tirkiyeyê" ya Erdoganî dûr bikeve.
- Pêkanîna Aştîyê
Opozîsyon dizane ku Tirkiyê hevalbendên xwe yên NATOyê tûre kiriye ji sala 2016an êreve bi danîna têkiliyeke taybet digel Rûsyayê. Opzîsyon dixwaze baweriya xwe digel Rojavayê jinûve ava bike û di heman demê de "diyalogek hevseng" digel Moskowayê rêve bibe ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê.
Serokê Têkiliyên Navneteweyî yê partiya Kiliçdaroglu Ahmet Unal Çevîkoz jî hewil dide ji bo "endamtiya tam a Yekîtiya Ewropayê" ku demeke dirêj e ravestîyaye.
Lê ya herî girîng, Çevîkoz dibêje, pêkhatina digel Serokê Sûrî Beşar el-Esedî ye – ku şertek bingehîn e ji bo vegera "dilxwazî" ya 3.7 mîlyon penaberên Sûrî yên ku li Tirkîyê dijîn.
Jêder: AFP