Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdana Serokê CHP’ê Ozel ya DEM Partî Çawa Hate Nirxandin?


Serokê nû yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel ligel şandekê serdana Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (DEM Partî) kir û bi hevserokên wê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari re civînek pêk anî.

Piştî civînê Ozel, Hatîmogullari û Bakirhan di preskonferansa hevpar de ragihand ku di vê hevdîtinê de li ser qewimandinên li Tirkîyê û cîhanê axifîne û dîyaloga wan jî baş derbaz bûye.

Ev serdan bala çapemenîya Tirkîyê jî kişand. Demeke dirêj e ku avahîya HDP-DEM Partî ev qas rojnamevan ranekêşabû. Lê di vê serdanê de hima hemû rengê çapemenîya Tirkîyê xwe dîyar kir.

Rîvebirên DEM Partî û CHP’ê di axaftinên xwe de her çiqas bêjin ku ev serdaneke normal e jî, pir kes bal dikşînin girêdana wê ya bi hilbijartinên herêmî re.

Jiber ku CHP ji 31 Adara 2019’an heta vê demê xwe bêtir nêzîkî HDP/YSP/HEDEP/DEM Partî dike.

Pisporên sîyasî û rojnamevanên Tirkîyê, vê nêzîkbûnê bi hilbijartinê ve girêdidin. Û bal dikşînin ku piştgirîya DEM Partî jibo CHP û AKP’ê tiştê herî stratejîk e.

Zanyarê sîyasî Emrah Gulsunar bawer dike ku armanca vê serdanê hevkarîya hilbijartinê ye, lê DEM Partî jî wê li gor xwe nîqaş bike û biryar bide:

“Heke di nav opozisyonê de hevpeymanîyek çênebe CHP bi tena serê xwe wê bikeve nav tengahîyê. Wisa dixuye ku di serdana CHP’ê ya DEM Partî de hevkarîya hilbijartinê hatîye nîqaş kirin. Di serê min de wisa çêbû ku ev hevdîtin di werê hevkarîya hilbijartinê de di asteke erênî de derbaz bûye.”

Serdana CHP’ê ya DEM Partî, di çapemenîya Tirkîyê de jî cîhekî fireh girt û wek wek xwestina piştgirîyê ji DEM Partî hat dîtin.

Rojnamevan Îsmaîl Saymaz, ku kesekî nêzîkî CHP’ê ye, di qunciknivîsa xwe de got ku ev serdana Serokê CHP’’ê Ozel bo DEM Partî rewşeke erênî pêk anîye û jibo piştgirîya endamên CHP’ê jî rê vekirîye.

CHP’ê berî 30 salan şaredarîyên Stenbol, Enqer û hin bajarên din hinda kiribû û herî dawî jî bi hevkarîya HDP/DEM Partî careke din ew bajar xistibû bin kotrola xwe.

Berî çend rojan Desteya Rêvebirîya Navendî (MYK) ya DEM Partî bi daxuyanîyekê ragihand ku ewê li seranserê bajarên Tirkîyê bi endamên xwe beşdarî hilbijartinan bibin.

Gulsunar vê daxuyanîya DEM Partî wek tiştekî taktîkî dibîne ku armanca wê xurtkirina destê wê ye.

“Berî hilbijartinan ev gotin tiştekî normal e. Lê di vî warî de çiqas bi biryar e, ev jî wek pirseke disekine. Bi ya min DEM Partî wê geşedanan li gorî xwe binirxîne û encama dawî bide. DEM Partî dibe ku piştgirî bide CHP’ê.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku di hilbijartinên 2019’an de li ser 48 şaredarîyên HDP-DEM Partî qayum hatibû danîn.

Hin hilbijerên Kurd dipirsin ku ger DEM Partî piştgirî bide CHP’ê gelo desthilatîya Tirkîyê helwesteka çawa li hember bajarvanîyên DEM Partî nîşan bide.

ED_14_12_2023_CHP_Serdan_DEM Parti
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:13 0:00
XS
SM
MD
LG