Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CHP: Serketina Me ya di Hilbijartinan de Wê Partîya Me Bîne Desthilatê


Cîgira Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Gamze Taşçier got ku serketina wan ya di hilbijartinên herêmî de wê ji wan re îqtidarê bîne.

Taşçier dîyar kir ku hemwelatîyên ku deng dane CHP’ê wê bi bajarvanên wan xizmetên baş bibînin.

‘’Xizmeta baş ya di rêvebirîyên herêmî de wê jixwe îqtidara giştî bîne. Jiber vê yekê serketinên di hilbijartinên herêmî de jibo me pir girîng in û bi qîmet in.’’

Wê got ku hemwelatîyên ku deng nedane CHP’ê jî wê piştî dîtina xizmetên baş bibêjin xweziya me dengê xwe bida wê partîyê.

Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) di hilbijartinên 31’ê Adarê de ket rêza duyê û di desthilata xwe de, ku pirtir ji 20 sal in didome, cara pêşî têk çû.

Di hilbijartinan de, li gor encamên ne fermî CHP 37,8 ji sedê dengan, AKP 35,5 ji sedê dengan, Partîya Jinûve Refahê (YRP) 6,2 ji sedê dengan û Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) 5,7 ji sedê dengan sitandin.

CHP’ê bajarvanîyên Enqere, Stenbol û Îzmîrê di destê xwe de girtin û ji AKP’ê 3 bajarên din yên mezin û navendên 7 bajaran jî bi dest xistin.

AKP’ê di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de 44,33 ji sedê dengan sitandibû.

XS
SM
MD
LG