Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kiliçdaroglu Dibêje Ewê Hilbijartina Tirkîyê di Dema Xwe de Çêbe


Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu dîyar kir ku hilbijartin wê di wexta xwe de çêbe.

Kiliçdaroglu ji Twitterê ser Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan nivîsî ku welêt 20 salên xwe daye wî, lê êdî ew ne salekê nikare rojekê jî bide wî.

‘’Ev welat 20 sal in di destê te de ye. Ji rûyê te darbe dît. Dema vîrusa korona, te gel hewceyî 5 maskeyan kir. Daristanên me şewitîn, te firok peyda nekir. Te ekonomî hilweşand. Em di erdhejê de jî hilweşî.’’

Kiliçdaroglu bê ku bi nav bike ku got ku Erdogan ne kardar û kêrhatî ye û ew nikarin hîn zêdetir tehmûlî wî bikin.

Serokê CHP’ê bang li Erdogan kir ku ji hilbijartinê netirse û got ku ew bitirse netirse jî ewê hilbijartin di dema dîyarkirî de çêbe.

Berî erdhejê Erdogan bo dema hilbijartinê 14’ê Gulanê destnîşan kiribû, lê hin derdorên sîyasî niha behsa paşxistina dema hilbijartinê dikin.

XS
SM
MD
LG