Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê CHP'ê Ozel jibo Dengên Kurdan li Bajarên Mezin bi Hêvî Ye


Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel îro Pêncşemê got ku ew jibo bajarên ku dengên Kurdan pir in, bi hêvî ye.

Ozel di hevpeyvînekê taybet de got ku ew dizanin ku li bajarên wek Edene, Mersîn, Stenbol dengên Kurdan hene û ewê li wir bi ser kevin.

‘’Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) girîngî dide berbijarên hembêzkar. Ewê piştgirîyê bidin wan rêvebiran ku dijî bajêr tawanan nakin, xwezayê diparêzin, dijî talanê disekinin û rê nadin perexwarinê ku em jî wisa li vê mijarê dinêrin.’’

Ozel dîyar kir ku perspektîfa DEM Partî ya ser lihevkirina li bajêr wek ya wan e û bi vê lihevkirinê ew li bajarên wek Stenbol, Mersîn, Edene ne bê hêvî ye.

Ozel herwiha got ku ger ser berbijarên CHP’ê lihevkirinek çêbe ewê pir kêfxweş bibin.

Di rojên borî de rêvebirên CHP û DEM Partî danûstandin kirin, lê ti hevkarî nehat ragihandin.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha DEM Partî tê dîtin, di hilbijartinên 2019’an de, li bajarên mezin yên li rojavayê Tirkîyê dijî desthilatê piştgirî dabû berbijarên rikeberîyê.

Pisporên sîyasetê dibêjin ku wê li bajarên li rojavayê Tirkîyê dengên hilbijêrên DEM Partî dîyarker bin.

Jêder: Kısa Dalga

XS
SM
MD
LG