Bajarvanê Boluyê Tanju Ozcan, ku endama Partîya Gel ya Komarî (CHP) ye, jibo serokê partîyê Kemal Kiliçdaroglu ji seroktîyê vekişe dest bi meşeke ser guherînê kir.
Ozcan, ku sala borî ji partîya xwe jibo salekê hatibû dûr xistin di 13’ê Hezîranê de jinûve vegerî CHP’ê, ji Kiliçdaroglu dixwaze ku ji seroktîyê vekişe.
Berdevkê CHP’ê Faîk Oztrak hefteya borî dîyar kiribû ku gotinên Ozcan yên ser medyaya civakî dijî sekna partîya wan in û gotibû ku wan ew sewqî lijneya dîsîplînê kiriye ku wî ji partîyê dûr bixin.
Tanju Ozcan, ji Boluyê ji pêş peykerê Mustafa Kemal Ataturk dest bi meşa ber bi Enqerê ve kir.
W dîyar kir ku ew hêza xwe ji şoreşgerîyê distîne û ewê heta navenda Enqerê bi daxwaza guherînê bimeşe.
Piştî hilbijartinên Gulana 2023’yan di CHP’ê de dengên ser guherînê gurtir bûne.
Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu dibêje ewê jibo guherînê çi ji dest wî were bike.
Di rojên borî de Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî banga guherîneke berfireh kiribû.
Jêder: Twitter, VOA