Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterên CHP'ê bi Bajarvanên Amedê re Kom Bûn


Avahîya şaredarîya mezin ya Amedê (arşîv).
Avahîya şaredarîya mezin ya Amedê (arşîv).

Şandeyeke Partîya Gel ya Komarî (CHP) îro Duşemê serdana Bajarvanîya Amedê kir.

Di şandeyê de Cîgirê Serokê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir û parlamanterên wê partîyê Velî Agbaba, Sezgîn Tanrikulu, Ahmet Baran Yazgan cîh girtin.

CHP’ê ragihand ku serdan jiber şewata li herêma Amed û Mêrdînê, ku di encamê de 15 kesan canên xwe ji dest dabûn, çêbûye.

Hevbajarvana Amedê Serra Bucak jiber serdana CHP’ê spasîya şandeyê kir û dîyar kir ku di rojên wisa de hevkarî girîng in.

Parlamanterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî di serdana hevkarîyê de ser erkdarkirina qayuman axifî.

Tanrikulu dîyar kir ku divê erkdarkirina qayuman careke din nekeve rojeva Tirkîyê.

"Erkdarkirina qayuman dike ku meseleya Kurdan, ku yek ji meseleyên serekî yên Tirkîyê, bê çareserî bimîne.’’

Wî dîyar kir ku ew bi awayekî zelal dijî qayuman disekinin û ewê vê helwesta xwe bidomînin.

Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê di rojên borî de bi qayum dest danî ser Bajarvanîya Colemêrgê ku Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî), ku wek partîyeke ser bi Kurdan ve tê nas kirin, di hilbijartinên 31’ê Adarê de ew şaredarî bi 48,91 ji sedê dengan bi dest xwe xistibû.

Jêderên nav parlamana Tirkîyê dîyar dikin ku wê Wezareta Navxweyî di rojên pêş de bi qayuman dest deyne ser hin şaredarîyên din yên DEM Partî yên li nêzî sînorên welêt.

Jêder: ANKA, NTV

XS
SM
MD
LG