Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CHP Dibêje li Stenbolê Êrîş Birine Ser Konê Wê yê Hilbijartinê


Partîya Gel ya Komarî (CHP) ragihand ku li Beşîktaş ya Stenbolê êrîş birine ser konê wê yê hilbijartinê.

Jêderên CHP’ê didin zanîn ku kon ji alîyê kesên nenas ve berbangê hatiye şewitandin.

Seroktîya CHP’ê ya li Beşîktaşê dîyar kir ku ewê provokasyonên wisa nikarin rê li ber bawerîya wan ya jibo rojên xweş bigirin.

Wê seroktîyê ewê fersendê nedin wan kesan ku dixwazin li welêt dubendîyê çêkin.

Di rojên borî de Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Baş û Partîya Doza Azad (Huda-Par) jî ragihandibûn ku êrîş birine ser ofîs û standên wan.

Tirkîye di 14’ê Gulanê de dê jibo hilbijartina serokomar û parlamanteran here sindoqan.

Çavdêrên serbixwe dibêjin ku hilbijartinên 14’ê Gulanê yek ji hilbijartinên herî girîng yên dîroka Tirkîyê ne.

Jêder: Twitter, CHP

XS
SM
MD
LG