Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeya CHP'ê jibo Danûstandinan li Amedê Ye


Gulay Biçer Karaca
Gulay Biçer Karaca

Cîgira Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Gulay Bîçer Karaca bi 18 endamên partîya xwe re hate Amedê ku bi dezgehên sivîl, esnaf û bazar û kompanîyan re biaxife.

Karaca berî ku dest bi serdana xwe bike, preskonferansek li dar xist û li ser polîtîkayên hikûmetê yên li ser jinan, ekonomîyê nîrxandin.

Wî bi giranî li ser betalkirina Peyman Stenbolê ji sekînî ku Tirkîyê di sala 2011'an de ew îmza kiribû ku jinan bi qanûnan ji tundiyê biparêze, mafê jinan qebûl bike.

Lê, Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di 20'ê Adarê de ragihandibû ku ew ji wê peymanê vedikişin.

CHP'ê li dijî biryara Erdogan serî li Dadgeha Bilind xistibû, lê dadgehê roja Pêncşemê wê serlêdanê red kiribû.

Karaca vekişîna ji wê peymanê bi tundî rexne kir û got ku bi vê biryarê li Tirkîyê 42 mîlyon jin li hember tundîyê bêparastin hatin hîştin.

Hemî destketinên bi salan ji destê jinan hatin standin. Peyman digot jin jî weke mêran xwedî maf in, lê hin alîyên dijî mafê jinan xwest ku ev peyman were betal kirin.”

Karaca îdia kir ku bi vekişîna ji wê peymanê rê li ber zewicandina zarokan vedike.

Sîyasetvan Karaca behsa bilindkirina buhayê elektrîk û gazê jî kir û got ku li sînorê birçîbûnê ya malbateke çar kesî 2 hezar û 850 lîra ye.î

“Li Tirkîyê 10 mîlyon karker û malbatên wan di bin mercên bîrçîbunê de dijîn, lê kadroyên AKP'ê bi 4-5 maeşan di nav pereyan de digevizin.''

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_07_02_2021_CHP_Amed
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:00 0:00

XS
SM
MD
LG