Partîya Komarî ya Gel (CHP), ku li Tirkîyê partîya sereke ya rikeberîyê ye, îro Pêncşemê bi awayekî awarte kom dibe.
Piştî encamên hibijartina 24’ê Hezîranê, hin nûnerên CHP’ê banga çalakîyan kiribûn û xwestibûn ku serokê wan Kemal Kiliçdaroglu karvekişîna xwe bide.
Di civîna awarte de, dê Kemal Kiliçdaroglu seroktîyê bike û dê darbarê Erdal Aksunger, Necatî Yilmaz û Eren Erdem, ku xwestibûn ku Kiliçdaroglu here, danûstandinên tawana dîsîplînê werin kirin.
Berdevk û Cîgirê Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) Mahîr Unal, do Çarşemê dabû zanîn ku Kiliçdaroglu 9 car di hilbijartinan de têk çûye û gotibû ku ‘’jiber ku dîsa jî dest ji kursîyê bernade, dîktator e’’