Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CHP: Hin Kes Dixwazin Encamên Stenbolê Biguherînin


Berdevikê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Faîk Oztrak da zanîn ku ‘’hin kes’’ dixwazin ku encamên hilbijartinên herêmî yên Stenbolê ‘’bi endezyarîya sîyasî’’ biguherînin.

Oztrak dîyar kir ku daxuyanîyên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Tevgerea Neteweperest (MHP) tahdeyê li civatê dike.

Wî da zanîn ku divê ew encaman êdî qebûl bikin.

Di hilbijartinên herêmî yên Stenbolê de berbijarê CHP’ê Ekrem Îmamoglu bi ser ketibû, lê AKP û MHP’ê daxwaza pêdaçûnê kiribû.

XS
SM
MD
LG