Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Oguz Kaan Salici bi şandeyeke CHP’ê re serdana Herêma Kurdistana Îraqê kirîbû.
CHP’ê derbarê vê serdanê li Stenbolê civîneke rojnamevanîyê li dar xist û behsa naveroka hevdîtin û armanca serdanê kir.
Salici got ku ew weke CHP giringîyê dide çareserkirina pirsgirêkên heremê.
"Serdan û dîyaloga ku me bi rêvebirîya herêmê re da destpêkirin, divê wekî destpêkekê were dîtin."
Salici bi berdewamî got wan Rêxistina Aştî û Hevkarîyê ya Rojhilata Navîn ragihandîye û dê hem ahengî di navbera Îraq, Tirkîye, Îran û Sûrîyê de hebe.
“Em di wê bawerîyê de ne ku welatên herêmê ji zêdebûna teror, alozî û bêaramîya van salên dawî gelek zirar dîtine. Di têkoşîna li dijî van pirsgirêkan de, em ji destwerdanên leşkerî wêdetir, girîngîyê bi hewldanên pêdivê û bikaranîna derfetên dîplomasîyê didin. Me her dem gotiye ku em piştgirîya diyalogê dikin û divê pirsgirêkên herêmê bi danûstandin û dîplomasîyê werin çareser kirin.”
Salici herwiha dîyar kir ku ewê derheqa serdana Hewlêrê ya bi karbidestên Herema Kurdistana Îraqê re raporekê amade bikin û ji Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê re bişînin.