Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CHP: Biryara YSK'ê bo Demokrasîyê Rûreşîyek E


Berdevikê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Faîk Oztark ser eşkerebûna biryara Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ya bi hincet preskonferansek li dar xist.

Oztrak dîyar kir ku YSK’ê bi biryara xwe ''ceza daye îradeya gel.''

‘’Di 31’ê Adarê de ne gotina gel lê tiştê ku YSK û desthilatê xwestiye pêk hatiye, ew rûreşîyeke demokrasîyê ye’’ Oztrak got.

YSK’ê dîyar kiribû ku di sindoqên kesên ne karmend kar kirine û dabû zanîn ku vê yekê bandor li ser encamên hilbijaritnê çêkiriye.

Di hilbijartina 31’ê Adarê de, li Stenbolê berbijarê CHP’ê Ekrem Îmamoglu bi ser ketibû lê li ser daxwaza pêdeçûnan ya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) hilbijartina wî bajarî hatibû betal kirin.

XS
SM
MD
LG