Cîgirê Serokê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Muharrem Erkek ser biryara Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ya derbarê betalkirina hilbijartinên Stenbolê axifî.
Erkek da zanîn ku dîyar kir ku di biryara YSK’ê ya bi hûrgilî de ‘’ser dizîya dengan ti gotin’’ tune.
Wî da zanîn ku 7 endamên YSK’ê ya ser betalkirina hilbijartinê deng dane, piştî 17 rojan hincetên betalkirinê nivîsîne.
Cîgirê Serokê CHP’ê got ku 4 endamên YSK’ê yên dijî betalkirinê deng dane ‘’dersa hiqûqê dane’’
Di hilbijartina Stenbolê de, berbijarê CHP’ê Ekrem Îmamolgu bi ser ketibû, lê li ser daxwazên pêdaçûnê yên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) hilbijartinên bo bajarvanîya wî bajarî hatibûn betal kirin.
CHP: Endamên YSK'ê yên Dijî Betalkirina Hilbijartinên Stenbolê Derketine, Dersa Hiqûqê Dane
