Her sê derhênerên Amerîkî yên navdar Christopher Nolan, Greta Gerwig û Martin Scorsese ji aliyê Komela Derhênerên Amerîkî (DGA) ve hatin pejirandin ji bo wergirtina xelata wê ya 76'mîn.
Berbijarên Xelatên DGA roja Çarşemê hatin destnîşankirin piştî ku Komela Akterên Ekranê jî yên xwe pêşkêş kirin.
Du berbijarên din ji bo xelata serekî ya komelê hatin destnîşan kirin, ew jî Alexander Payne ji bo fîlmê "The Holdovers" û Yorgos Lanthimos ji bo fîlmê "Poor Things" bûn.
Nolan ser fîlmê "Oppenheimer" bûye berbijar. Ev cara pêncan e ku tê berbijarkirin ji bo xelata DGA, lê heta nuha wî wernegirtiye.
Derhêner Greta Gerwig jî ser fîlmê "Barbie" bûye berbijar. Ew berî nuha jî jibo fîlmê "Lady Bird" yê sala 2017'an hatibû berbijar kirin.
Scorsese ser fîlmê "Killers of the Flower Moon" bûyer berbijar. Wê bibe cara wî ya 13'mîn jibo vê xelatê. Scorses berê ser fîlmê "The Departed" di sala 2006'an de û jibo rêzefîlma "Boardwalk Empire" xelat wergirtibû.
Bi giştî, berbijarên Komela Derhêneran û yên Xelatên Oskar wek hev in. Di van 20 salên borî de, serketiyên xelata DGA hema hema di Oskarê de jî ser ketine. Mînak sala çûyî, Daniel Kwan û Daniel Scheinert, her du xelat wergirtin ser fîlmê "Everything Everywhere All at Once."
Komela Derhênerên Amerîkî ji bo cara yekê berbijartiya xwe bo fîlmçêkerên dirêj da Cord Jefferson ser fîlmê "American Fiction."
Derhêner Manuela Martelli jî ser fîlmê "Chile 76", Noora Niasari ser fîlmê "Shayda", A.V. Rockwell ser fîlmê "A Thousand and One" û Celine Song ser fîlmê "Past Lives." wergirtin
Roja Sêşemê jî, komelê kategor'yên din jî ragihand, berbijarên jibo baştirîn belgefîlm ev bûn: "20 Days in Mariupol", "Bobi Wine: The People's President", "Beyond Utopia", "Kokomo City" û "Still: A Michael J. Fox Movie." Ji aliyekî din ve, rêzeflima "Succession" ya HBO di serê berbijartiya TV de.
Hêjayî bîrxistinê ye ku merasîma 76'an ya DGA wê di 10'ê Sibatê de werin lidarxistin.
Komela Derhênerên Amerîka (DGA) di sala 1936'an de weke Komela Derhênerên Ekranê hatibû damezrandin û ew di 1960'an de bi Komela Derhênerên Radyo û Televîzyonê re bûbû yek û navê xwe kiribp Komela Derhênerên Nûjen yên Amerîkî.
Jêder: AP, VOA