Washington (AP) – Rêberê piraniyan di Senata Amerîka de, Chuck Schumerê Demokrat, roja Pêncşemê ragihand ku ew li gel Komariyan gihane lihev hatineke demkî bo paşxistina krîza deyanan heta meha Dîsember- Kanuna Yekê, ku hikûmeta federal dikare deynên demkî werbigire heta ku çareseriya qeyranê tê kirin.
Shumer di dema vekirina civîna Senatê de got "Hêvîya me ewe ku di demek zû yê îro de em bicî bînin"
Di rêkeftinê de lîderên Komarî û Dempkrat gav paşve avêtin da ku ji hevrikîyek metirsîdar xwe dûr bixin ya bilind kirina astê deyndariya welêt, bi vê yekê endamên Demokrat di civata senatoran de bi pêşniyar projeya GOP û Rêberê kemaniyên Komarî Mitch McConnell razî bûn.
McConnell jî, roja Pêncşemê got "Civata Senatoran gavan bo pêş diavêje".
Ji hejî bîr xistinê ye ku dirêjahiya şevê heta direng, Civata Senatoran dixebitîn da ku bigehin rêkeftinekê.