Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dêrekî Din yê Amerîkîyên Reş li Başûrê Amerîka Şewitî


Dêrê Mount Zion AME li Greeleyville, S.C

Karbidestên South Carolina dibêjin, vekolîna wan berdewam dike ku sedema derketina şewata li dêrekî Amerîkîyên Afrîqî yê li bajarokê Greeleyville bizanin.

Ew dêrê ku şeva Sêşemê şewat lê peyda bibû, dora 100 km dûrî bajarê Charleston e ku êrîşek lê qewimîbû û 9 kes di encama qirkirineke nîjadperestî de hatibûn kuştin.

Karbidest texmîn dikin şewat jiber brûskên xurt yên bahozê qewimîye. Lê ew dibêjin, karbidest hemî îhtîmalên pêkan li pêş çavan dihêlin û dixwazin piştrast bikin ku bûyer ne kiryareke nefret û kîndarî ye.

Hêjayî gotinê ye, heman dêr berî 20 salan jî, ji alîyê endamên koma Ku Klux Klan ya nîjadperestên spî ve hatibû şewitandin.

XS
SM
MD
LG