Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raportek li dor Wargeha Çayonu ya Dîrokî li Amedê


Wargeha Çayonu
Wargeha Çayonu

Heft kîlometran ji navça Erxen a bajarê Amedê dûr, bermahiyên kevnare hene ku ji wê wargeha dîrokî re dibêjin Girê Çayonu.

Dîroka mirovahiyê li vê deverê beriya zayînê digîje 9500 sal berê destpêdike. Sê hezar sal li vir bênavber jiyan dewam kiriye. Ev der weke gundê herî kevnar tê binavkirin.

Çayonu bûye warê gelek kişfên mirovahiyê. Ji çêkirina amûran ji kevirê obsîdyen, bikaranî madena baxir, teknîka terrazo ya çimantoyê çendin ji wan kişfan e.

Li Çayonu şeş heyamên avahîsaziyê hatiye tespîtkirin. Heyama herî dawî de li ser esasên kevirî bi dîwarên kerpîç xaniyên bi banî hatine lêkirin.

Cara pêşî li vir ajalên weke bizin,seg, beraz û hwd. kedî kirine û goştê wan xwarine. Herwiha genim, ce, nîsk û nok jî hatine çandin.

Arkeologa Tirk Halet Çabel û yê Amerîkî Robert J. Braidwood di saal 1963'an de li Girê Çayonu dest bi lêkolîna dikin û xebatê wan jibo destpêka jiyana mirovahiyê ronîyek mezin çêdike.

Lêkolîn jiber egerên ewlehiyê di saal 1992'an de radiweste. Lê xwendekara Halet Çambel,

Doktor Aslı Ozdogan piştî 27 salan, di sala 2015'an de digel xwedekarên Zanîngeha Çanakkaleyê carek din dest bi kolandina Girê Çayonu dike.

Hun dikarin agahiyên zêdetir li ser dîroka Çayonu ji fayla deng gohdar bikin

Raporta Deng/Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:22 0:00


XS
SM
MD
LG