Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CIA Ser Rîska Têkçûna Ukrayna Hişyarî Dide


Dîrektorê CIA William Burns roja Pêncşemê got ku xeterîyeke rast heye ku Ukraynî dikarin heta dawîya sala 2024’an li hember hêzên Rûsî têk biçin.

Burns, li Navenda Seroktîyê ya George W. Bush ya li Dallasê got ku çek û cebilxaneya Ukrayna diqedin.

‘’Ukraynî bi alîkarîyên nû yên Kongresa Amerîka sala 2024’an dikarin li ser xwe bisekinin û li Qirimê û li Deryaya Reş zararê bidin hêzên Rûsya.’’

Burns dîyar kir ku ger alîkarî jibo Ukrayna neçin ewê rewiş xirabtir bibe.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy roja Pêncşemê danê êvarê got ku artêş vê mehê ser çêkirina 10 obusên Bohdana pêşve çêbûye.

Zelenskyy got ku ew jibo çêkirina hewcedarîyên berevanîyê encameke baş e.

Wî dîyar kir ku ew bi leşkeran re kom bûye û wan ser belavkirina sînyalên televîyonên Ukraynî û sekinandina propagandayên Rûsîyan jî danûstandin kirine.

Serokê Ukraynî dîyar kir ku ewê bi hevbendan re ser dijwarîyên teknolojîk û sekinandina propagandayên Rûsîyan hevkarîyê bikin.

Artêşa Ukrayna roja Pêncşemê dîyar kir ku hêzên wê bi şev tevahîya 13 dronên Rûsya xistine û artêşa Rûsî da zanîn ku wê 20 dronên Ukrayna pûç kirine.

Li gor ragihandina hêzên esmên yên Ukrayna, sîstemên berevanîya esmên dron li ser herêmên Dnipropetrovsk, Ivano-Frankivsk, Kherson, Khmelnytskyi, Poltava, Ternopil û Vinyytsia girtine.

Walîyê herêma Dnipropetrovsk Serhiy Lysak ji Telegramê ragihand ku li du malan xisar çêbûye lê ti kes birîndar nebûye.

Walîya Ivano-Frankivsk Svitlana Onyshchuk ji Telegramê dîyar kir ku enqazên dronan gelek şewat çêkirine.

Piranîya êrîşên esmanî yên Ukrayna li herêma Belgorod li dar ket ku ew herêm li sînorê her du welatan dirêj dibe.

Wezareta Berevanîya Rûsya ragihand ku li ser Belgorodê 16 dron û du muşek hatine pûç kirin û walîyê herêmê Vyacheslav Gladkov jî dîyar kur li malekê xisar çêbûye û mirovek birîndar bûye.

Wê wezaretê bi berdewamî da zanîn ku berevanîya esmên li ser herêma Rostovê 3 û ser Voronejî jî 1 dron xistine.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG