Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CIA: Rûsya Dixwaze Zararê Bide Hilbijartinên Kongresê


Serokê CIA'yê Mike Pompeo
Serokê CIA'yê Mike Pompeo

Serokê Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) Mike Pompeo dîyar ki ku Rûsya û hin welatên din dixwazin zararê bidin hilbijartinên Kongresê.

Hilbijartinên Kongresê dê îsal li dar kevin.

Servîsên îstixbaratê ya Amerîka ragihandibû ku Rûsya, di sala 2016’n de bo ku Donald Trump bibe serok, mudaxeleyî hilbijartinan kiriye.

Pompeo, di kanala CBS de da zanîn ku maytekirina Rûsya ji demeke dirêj ve heye û didome.

Ser pirsa ‘’Moskow niha hewil dide ku zararê bide hilbijartinên Amerîka?’’, ‘’Erê, bi dehan sal in hewil dide’’ Pompeo got.

‘’Ne tenê Rûsya, jiber welatên din jî ez ketime fikaran’’ Pompeo got û lê wî ser vê gotinê ti hûrgilî neda.

‘’Gelek dijminên me yên ku dixwazin zararê bidin demokrasîya rojava hene’’ Pompeo got.

Moskow, îdiayên ser maytekirina hilbijartina Amerîka ya 2016’an red dike. Dozgerê taybet Robert Mueller hîn vekolînên xwe yên ser îdiayan didomîne.

Pompeo da zanîn ku CIA di demokratîkbûn û ewlebûna hilbijartên Amerîka de roleke girîng dilîze.

Pompeo dîyar kir ku ewê dijî ‘’gefên Rûsya yên ser demokratîkbûnê’’ bixebitin.

XS
SM
MD
LG