Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamentarê Kurd Çîftyurek Dibêje li Amedê Gefa Kuştinê li Wî Hate Xwarin


Sinan Ciftyurek
Sinan Ciftyurek

Parlamentarê HEDEPê yê Wanê Sînan Çîftyurek li bi daxuyanîyekê ragihand ku di 17ê Mijdarê de li Amedê Gefa kuştinê li wî hatiye kirin.

Parlamentarê Kurd ji Dengê Amerîka re behsa bûyerê kir.

“Di 17ê mehê de berê êvarê ez li Amedê bi hevalekî xwe dema ji navenda partîya xwe der ketim, li kuçeyekê zilamek ku êlek li ser bû, derket pêş min û li hember min sekinî. Êlekê xwe vekir û demançe li ser xwe nîşanî min da. Paşê jî meşîya û çû.”

Bi bawerîya Çîfyturek ev zilam demeke dirêj rêya wî ya çûnhatinê şopandîye.

''Çawa dizane ku emê bi kîjan kuçê ve herin û me otomobîla xwe li ku park kiriye?

Çîfyturek dîyar kir ku dibe ku ew yek bi axaftina wî ya li parlamenê girêdayî be.

“Demeke berê min li meclîsê qala çareserîya pirs Kurd kiribû û gotibû ku çareserî li parlamenê dibe. Jibo ku ez vê yekê tînim ziman ez bawer dikim hin alî aciz bûn. Sedema gefê ev e, yanî ji me re dibêjin dengê xwe mekin, li meclîsê vê meselê neynin ziman. Dîyar e ku aciz bûne lê em jî dibêjin ger ev mesele li meclîsê neyê ziman, emê li ku derê bînin ziman?''

Çîfyturek xuya kir ku di cîyê çekan de divê rêya çareserîyê nîşanê wan bidin.

''Ev sed sal in jixwe wek çek nîşanê me da, zordestî kir, bi dehan komkujî pêk anî, bi hezaran însanê me, rewşenbîr û sîyasetvanên me kuştin, tiştek çareser nebû. Banga me li dewletê ye ku ji me re çekan nîşan nedin, rêya çareserîyê nîşan bidin.''

Wî herwiha bi bîr xist ku li her kuçe û kolanên Amedê kamera hene û ji Gerînenedeya Ewlehîyê xwest bi kamerayan tespît wî zilamî bikin.

Çîfyurek da zanîn ku jibo ku ev bûyer were ronî kirin, serî li Dozgerîya Amedê daye û dijî wê bûyerê gilî vekirîye.

Hun dikarin agahîyên zêdetir ji hevyepvîna bi Çîftyurek ya li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_11_22_2023_Sînan Çifyurek
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:09 0:00
XS
SM
MD
LG