Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîftyurek Stratejîya HDP'ê ya Piştgirîdana CHP'ê Dinirxîne


Di hilbijartinên 31'ê Adarê de Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) piştgirî da Îtîfaqa Mîlî û Partîya Gel ya Komarî (CHP) li metropolên Tirkîyê bi ser ket.

Serketina CHP’ê di nav Kurdan de jî tê nîqaş kirin û pirs tê kirin ku berjewendîya Kurdan di wê serketinê de çî ye.

Sîyasetvan Sînan Çîftyurek jibo lawazkirina desthilata Îtîfaqa Gel alîkarîdana CHP’ê girîng dibîne û bawer dike ku sîyaseta CHP’ê ya hember Kurdan guherîye.

“Di dema damezirandina Komara Tirkîyê de, înkarkirina Kurdan bi destê CHP’ê çêbû. Li gor bawerîya min ev nêrîna CHP’ê ya hember Kurdan êdî guherîye. Ev hilbijartin nîşan da ku CHP êdî naxwaze Kurdan red bike.”

Çîftyurek helwesta HDP’ê ya piştgirîya opozîsyonê bo lawazkirina AKP’ê û desthilata wê girîng dibîne.

“Kurdan li rojavayê Tirkîyê tiştek nîşan da ku bê hebûna wan tiştek naçe serî. Ger hêzek dixwaze bibe desthilatdar, pêwîst e di destpêkê de mafên Kurdan nas bike.”

ED_04_22_2019_Ciftyurek
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:53 0:00

XS
SM
MD
LG