Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîhada Îslamî: 'Fermandarekî Me li Sûriyê Hat Kuştin'


Grûpa çekdar ya tundrê ya Filistînî "Cîhada Îslamî" ku Îran piştevaniya wê dike, îro Yekşemê got ku yek ji fermandarên wê li Sûriyê hate kuştin, wan yekser Îsraîlê bi bûyer tawanbar kir.

Grûpa ku navenda wê li Kerta Gazayê ye ragihand ku Elî Remzî El-Eswed, 31 salî, sibeya Yekşemê "ji aliyê ajanên dijminê zayonîst (Îsraîlî) ve" li gundewarên Şamê paytexta Sûriyê hate kuştin.

Rayedarekî Cîhada Îslamî, ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji AFP re got, "Kuştin bi gulebarana rasterast li nêzî mala wî pêkhatî ye."

Herwiha wî got, Eswed, penaberekî filistînî ku li kampeke Sûrî dijî û bi navê Ebû Abed al-Rahman jî tê naskirin, endamê baskê çekdarî yê Tugaya Qudsê ya girûpê bû.

Gelek ji lîderên payebilind yên wê girûpê li Şamê bi cih bûne, û ev kuştina herî dawî ya ku hatiye ragihandin ya ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye armanc girtin.

Ji destpêka şerê navxweyî li Sûriyê di sala 2011an de, Îsraîlê bi sedan êrîş li Sûriyê, welatê cîran pêk anîne, ku leşkerên hikûmetê û herwiha hêzên Îran piştgiriya wan dike û çekdarên Hizbullaha Lubnanê kirine armanc.

Leşkerê Îsraîlî kêm caran li ser êrîşên li dijî Sûriyê şîroveyan dike yan daxuyaniyê radigihîne, lê çendîn caran soza domandina operasyonên xwe yên esmanî berdewam dike da ku dijminê wê yê mezin ku Îrane ya k u hebûna xwe li herêmê xurt dike, rawestîne.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) got, hefteya borî, êrîşên Israîlê li ser depoyeke çekan li Sûriyê, efserekî artêşê û du çekdarên alîgirên Îranê kuştin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG