Endamên Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî dê îro Sêşemê li ser pêşnîyara biryarnameyekê dest bi danûstandinan bikin ku dikare Îranê ceza bike û heta ku dikare destûrê bikaranîna hêzê bide, eger Îran rêgirîya keştîyên bazirganî bike.
Li gor dîplomatên Rojavayî, biryarname ji hêla Amerîkayê û Behreynê ve tê piştgirîkirin.
Li gor ajansa Reutersê, pêşnîyara biryarnameyê beşek ji stratejîyekê ye ku dîplomat dibêjin ji bo zêdekirina zexta dîplomatîk li ser Îranê û plansazkirina rewşa piştî şer hatiye çêkirin.
Washingtonê herwiha pêşniyarek daye hevkarên xwe ku hevpeymanîyeke deryayî ya pirneteweyî ya nû bi navê "Çarçoveya Azadîya Deryayan" biafirînin, bi mebesta rewşa ewlehîyê piştî şerê li Rojhilata Navîn çêbike û Tengava Hormuzê veke.
Ajansê got ku hewldanên dîplomatîk ên Amerîkayê li NY bi tevahî berevajî mehên dawî ne dema ku Washington bi piranî li derveyî çarçoveya NY tevdigerîya.
Berê, biryarnameyeke din a Behreynê ya ku ji alîyê Amerîkayê ve hatibû piştgirîkirin û bi awayekî kiryara leşkerî li dijî Îranê rewa dikir, ji alîyê Rûsya û Çînê ve nehatibû pejirandin.
Pêşnûmeya nû, binpêkirinên agirbestê yên Îranê û gefên wê yên berdewam ji bo girtin û astengkirina maf û azadîyên rewa yên keştîvanîyê li Tengava Hormuzê şermezar dike.
Di biryarnameyê de hat xwestin ku Sekreterê Giştî yê NY di nav 30 rojan de li ser pabendbûnê raport bike û Civata Ewlekarîyê bicive da ku gavên din, di nav de cezayên çaverêkirî nîqaş bike ger Îran pabend nebe.
Dîplomatan got ku Washington hêvî dike danûstandin zû pêşve biçin da ku biryarnameya dawî heta 8'ê Gulanê were amadekirin û di destpêka hefteya bê de ji bo dengdanê were pêşkêş kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Amerîka dixwaze piranîya welatan tevlî Projeya Azadîyê ya Tengava Hormuzê bibin. Serok Donald Trump doh Duşemê di peyamekê de li ser Truth Social got ku Îranê bi êrîşên xwe ziyan gihandîye keştiyên Koreya Başûr û ew hêvî dike ku "Koreya Başûr cihê xwe di Projeya Azadîyê de bibîne."