Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Le Drian: Hêzên Cîhanê û Îranê bo Peymanê Navokî Nêzî Lihevkirinê Ne


Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian îro Duşemê dîyar kir ku hêzên cîhanê û Îran ser peymana navokî nêzî lihevkirinê bûne.

Le Drian di preskonferanseke li Doha de da zanîn ku bi tenê hin xal mane ku divê ew wan çareser bikin.

Ew şiroveya Le Drian piştî nirxandinên neyênî yên karbidestên Amerîkî hat.

Nûnerê Taybet yê Amerîka yê bo Îranê Robert Malley do Yekşemê gotibû ku ew ne bawer e ku bi Îranê re peymaneke navokî çêbe.

Malley bi bîr xistibû ku danûstandinên li Vîyana ew 11 meh in didomin, û dîyar kiribû vê yekê kiriye ku hêvîyên wan kêm bibin.

XS
SM
MD
LG