Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şahiyên Sersala 2022ê li Seranserî Cîhanê


Postera Pîrozbahiya Sala Nû - Luqman Ahmed
Postera Pîrozbahiya Sala Nû - Luqman Ahmed

Roja Înê li gelek herêman li cîhanê sersala nû ya 2022ê bi şêweyên cûda hat pîroz kirin, lê li pirraniya welatan şahiyên sersalê jiber rewşa pandemiya vîrûsa korona û belavbûna cureya omîcron aheng hatin betal kirin û merasîmên fermî pêk nehatin û jiber mercên xweparastinê li hin ciyan jî sinordar bûn.

Pêşî li welatê Austuralya pêşwazî li sala nû ya 2022ê hat kirin, li paytext Sydney 10an hezar kes amadebûn û temaşayî lîstikên agirîn kirin, ku hersal weke kevneşopiyekê li wî bajarî tê encam dan, îsal gelek xelk amadebûn, pêçewaneyî sala borî ku par xelk nikarbûn jiber vîrûsa korona amade bibin.

Herwiha li New Zealand jiber belavbûna omicron aheng nehatin gêran, lê li bajarê Auckland li avahiyê bilind yê 328 metirî, li pira bendera bajêr 90,000 glopên LED hatin hilkirin ronîyek balkêş da bajêr, lê teqandina lîstikên agirîn yên kevneşopî ku hersal li bendera bajêr tên teqandin îsal hatbû betal kirin.

Dîmenên Pîrozbahiya Sersala 2022ê li Sydney
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:57 0:00

Herwiha li bajarê Bangkok yê Taylandê merasîmek balkêş ya fîşekên agirîn di sersala hatin teqandin. Li paytext Bangkokê dema sala 2021ê bidaw bû û sala nû 2022ê destpêkir, lîstikên agirî yên balkêş esmanê bajêr ronî kir.

Merasîmek Balkêş Ya Sersala Nû 2022ê li Bangkok
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:39 0:00

Li Tokyo her çende dewletê pîrozbahiya fermî betal kirbû ya ku her sal li meydana Shibuya ya navenda Tokyo tê kirin, lê dîsa jî roja înê ku dawiya 2021ê û destpêka 2022ê bû, bi hezaran kes derketin derve ji bo pîrozbahiyê, tevî ku rayedaran jiber belavbûna omicron kombûnên girseyî qedexe kirbûn.

Ahengên Sersala Nû Ya 2022ê li Tokyo
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:39 0:00

Şeva Înê li derdora Athenaya paytexta Yunanistanê lîstikên agirîn bilind bûn û şahî hatin encam dan dema ku, destpêka sala 2022ê hat pîroz kirin.

Şahiya Sersala 2022ê li Athena
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:38 0:00

Li bajarê New York jî, hildana topa kevneşopî ya sersala nû li Time Square pêkhat, piştî ku sala par ew kevneşopî hatbû betal kirin, jiber belavbûna vîrûsa korona bi rêjeyek bilind.

Herçende îsal jî şahiyên sersalê sinordar bûn, tenê rê hat dank u 1500 beşdarî merasîma Time Square bikin, pêwîst bû kesê amade bibe jî her du derziyên vaksîna li dij Covid-19 wergirt bin, belge nîşan daba.

Sersal li Time Square li New York
Sersal li Time Square li New York

Herwiha li ciyên yên cîhanê ji Koreya Başûr bigire heta San Francisco şahiyên sersalê hatin betal kirin û li ciyên pêhatine jî bi şêwekê sinordar bûn.

Lê ciyê îsal herî balkêş yê pîrozbahiya sersala nû Dubai bû ku li avahiyê Emaar sala 2022an bi pîrozbahiyên 'Êvariyek Jêhatî' ya Sersalê ya balkêş li navenda bajarê Dubai hat pêşwazî kirin.
Ronahiyên li Emaar di sersala nû de deng veda û bi pêşandanek balkêş a lîstikên agrîn, ronahiyên bi lîzer û muzîkê ve hatî pêşkeş kirin, rewşeke balkêş û bedew dabû bajarê Dubai.

Burj Khalifa, Dubai
Burj Khalifa, Dubai

Ev bû sala siyan ku pandemiya vîrûsa korona dom dike, jiyan û rewşa xelkî di van salan de ne rewşek normal bû, piştî ku ew pandemî sala 2019ê bo cara yekê li Çînê hat dîtin, li gorî datayên fermî yên zanîngeha John Hopkins heta nihe 5,438,220 kesan li cîhanê giyanê xwe ji dest daye û bêzî 55 mîlyon kes tûşbûne.

XS
SM
MD
LG