Çînê, rapora çekên navokî ya Amerîka rexne kir û bang li Washingtonê kir ku çekên xwe yên navokî kêm bike.
Berdevkê Wezareta Berevanîya Çînê Ren Guogiang dîyar kir ku Pekîn dijî rapora Amerîka ye.
‘’Em hêvî dikin ku Amerîka dev ji rihê Şerê Sar berde û berpirsîya xwe ya bo pûçkirina çekên navokî bîne cîh’’ Guogiang got.
Amerîka di raporê de dabû zanîn ku Çîn yek ji hevrikên navokî ye.
Berdevkê Wezareta Berevanîya Çînê dîyar kir ku Pekîn ewê ti carî nebe alîyê pêşî yê bombeya navokî bikar tîne.
Pentagonê dîyar kiribû ku dijî gumana êrîşên navokî ewê çekên xwe yên navokî nû bike.