Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hemwelatîyekî Amerîka bi Vîrusa Korona Jîyana Xwe ji Dest Da


Komîsyona Saxlemîya Neteweyî ya Çînê ragihand ku hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane bûye 723.

Li gor daneyên komîsyonê vîrusa korona ketiye canê 34546 kesan û ji wan rewşa 6101 kesan giran e.

Dane nîşan didin ku vîrusa korona di 24 saetên dawî de 86 kes kuştine.

Balyozxaneya Amerîka ya li Pekînê jî da zanîn ku hemwelatîyekî Amerîka jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest daye.

Vîrusa korona li Wuhan yan Çînê derketibû û heta niha derbazî bi qasî 30 welatên din jî bûye.

XS
SM
MD
LG