Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çînê, Amerîka jiber Vekişîna ji WHO Rexne Kir


Berdevikê Wezareta Derve ya Çînê Zhao Lijian
Berdevikê Wezareta Derve ya Çînê Zhao Lijian

Çînê, Amerîka jiber vekişîna ji Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) rexne kir.

Berdevikê Wezareta Derve ya Çînê Zhao Lijian dîyar kir ku WHO bo saxlemîya gel, sazîyeke navneteweyî ya profesyonel e.

Ljian da zanîn ku vekişîna Amerîka dê zararê bide têkoşîna dijî vîrusa korona û got ku ew vekişîn dê bandoreke neyênî ser welatên pêşde diçin, çêke.

Serokê Amerîka Donald Trump, WHO bi tundî rexne kiribû û îdia kiribû ku ew rêxistin di bin zextên Çînê de ye.

Rêvebirîya Trump, Neteweyên Yekbûyî (NY) ser vekişînê roja Duşemê agahdar kiribû.

Jiber ku divê di ser biryara vekişîna re bi kêmî ve salek derbaz be, Amerîka dê heta 6’ê Tîrmeha 2021’an di WHO de be.

XS
SM
MD
LG