Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn: Amerîka Peymana Konsulxaneyan Binpê Dike


Girjîya di navbera Amerîka û Çînê de di ser konsulxaneyan re gurtir dibe.

Herî dawî, Çînê ji Amerîka xwest ku konsulxaneya xwe ya li Chengdu ya li rojavayê başûrê welêt di 72 saetan de bigire.

Çînê bi bîr xist ku Amerîka bi biryareke lezgîn xwestiye ku ew konsulxaneya wan ya li Houstunê bigirin û ew biryar şermezar kir.

Wezareta Derve ya Çînê bi daxuyanîyekê da zanîn ku ‘’Amerîka hiqûqa navneteweyî û Peymana Konsulxaneyên Çîn û Amerîka binpê kiriye û zarareke cidî daye peywendîyên her du dewletan.’’

Ew girjîya di navbera Amerîka û Çînê de îsal jiber bazigranîyê heta teknolojîyê û herî dawî jî jiber vîrusa korona gurtir dibe.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo roja Pêncşemê gotibû ku bo Çîn rêka xwe biguherîne divê Washington û hevalbendên wê bi ‘’şêweyên hîn afrîner û bi îdia’’ li ser wê zextan çêkin.

XS
SM
MD
LG