Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Bang li Brîtanya Dike ku Danûstandinên bi Taywanê re Rawestîne


Wezareta Derve ya Çînê bang li Brîtanya kir ku hemî danûstandinên xwe yên fermî yên bi Taywanê re rawestîne.

Berdevikê Wezareta Derve ya Çînê Zhao Lijian di prenskonferansa rojane de da zanîn ku divê Brîtanya girava Taywanê bi wan re danûstandinê bike.

Lijian dîyar kir ku divê karbidestên Taywanê jî êdî bi hêzên bîyan re peymanên veşartî îmza nekin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku hin karbidestên Brîtanya dê vê hefteyê serdana Taywanê bikin.

Banga Lijian li dû wan nûçeyên derbarê serdanê hat.

Taywan dide zanîn ku ew welatekî serbixwe ye û di kiryarên xwe de serbest e, lê Çîn dîyar dike ew axa wê ye û di bin kontrola wê de ye.

XS
SM
MD
LG